Abstract
Mijara işqê ji demên berê ve di jiyana mirovan de cihê xwe girtiye. Ji ber vê yekê derbarê işqê de gelek berhem hatine nivîsîn ku ji aliyê felsefî, ilmî û tesewifî ve li ser wê hûr bûye. Herweha hizr û ramanên felsefî, edebî û tesewifî ên derbarê işqê de hatine gotin bi awayekî rengê xwe daye helbestên klasîk jî. Çi bi işqa mecazî çi jî bi işqa heqîqî, di bin çerxa işqê de bi cureyên xezel, qesîde û mesnewî gelek berhem hatine nivîsîn. Yek ji wan jî hlebesta Aşiq û Maşûq a Şêx Ebdurehmanê Axtepî ye ku bi mexlesa Rûhî deng daye. Rûhî helbesta xwe bi şêwaza munazereyê nivîsiye. Şair bi hunera teşxîsê aşiq û maşûq xistine nav guftûgoyeke evînî ku ji vî aliyê ve bûye mînakeke mu‘eşşeqeyê. Mu‘eşşeqeya Rûhî ya ku bi teşeya murebbê hatiye nivîsîn, cara yekem di vê nivîsarê de di çarçoveya muşa‘ereyê de hatiye nirxandin. Armanca vê gotarê ew e ku li ser muşa‘ereya Aşiq û Maşûq analîzeke edebî bike. Di ve xebatê de metoda şerhên nûjen wek rêbaz hatiye bikaranîn û her bendeke vê muşa‘ereyê bi ferhengok, analîzeke edebî û tesewifî, û hunerên edebî pêkve hatine nirxandin. Di dawiya lêkolînê de derketiye holê ku muşa‘ereya Aşiq û Maşûq ji aliyê edebî ve xwedî naverokeke kûr e.
Publisher
Mardin Artuklu University
Reference38 articles.
1. Aqtepî, Şêx ‘Ebdurrehmanê (2019). Dîwan. (Amd. M. E. Hêvîdar). İstanbul: Dara.
2. Aqtepî, Şêx ‘Ebdurrehmanî (2020). Dîwanî Rûhî. (Lêk. H. Omar). Taran: Soran University.
3. Axtepî, Şêx Evdirehmanê (2002). Dîwana Rûhî. (Tîpg. O. Akdağ – K. Soylu). Stenbol: Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
4. Axtepî, Şêx Evdirehmanê (2013). Dîwana Rûhî. (Amd. R. Jiyan). Stenbol: Belkî.
5. Aykaç, Y. (2020). Mela ‘Eladînê Kopî û Berhema Wî ya “Dîwan-Rezê Jiyanê”. Anemon Muş Alparslan Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi, c. 8. Sayı: UMS'20, 111-122.
Cited by
2 articles.
订阅此论文施引文献
订阅此论文施引文献,注册后可以免费订阅5篇论文的施引文献,订阅后可以查看论文全部施引文献
1. The Reflection of Love in the Kurdish Novel;International Journal of Kurdish Studies;2023-12-14
2. Hermeneutics and Classical Kurdish Literature;The Journal of Mesopotamian Studies;2023-10-20