Affiliation:
1. MARDİN ARTUKLU ÜNİVERSİTESİ, TÜRKİYE'DE YAŞAYAN DİLLER ENSTİTÜSÜ
Abstract
Ev xebat têgeha hermenotîkê, xebatên bi rêbaza hermenotîkê yên di edebiyata Kurdî ya klasîk de hatine kirin û behsa pêwîstiya hermenotîkê weke rêbaz ji bo edebiyata Kurdî ya klasîk dike. Armanca me di vê xebatê de nasandina têgeha hermenotîkê, cihê hermenotîkê di edebiyata Kurdî ya klasîk de û lêkolîna xebatên ku bi rêbaza hermenotîkê di edebiyata Kurdî ya klasîk de hatine kirin e. Hermenotîk di çanda Rojava de sîstemek fikre ya bi bandor û rêbazeke fikre ya popilîst e. Di roja me de hermenotîk ji rêbaza teolojiye derketiye û bûye rêbaza hûner û edebiyatê. Hemenotîk di roja me de dûrketina ji fikren deng û azad kirina ramanan e. Hermenotîk bingeha her tiştê ku şîrove û famkirin tê de ye. Mijara hermenotîkê ya bingehîn deşifrekirina metnan e. Şîrove kirin dilê hermenotîkê ye. Meriv dikare hermenotîkê di çanda Îslamê de bi navê te’wîlê bide nasîn. Hermenotîk, ji bo edebiyata Kurdî wateyeke nû ye û ciyê xwe di qada edebiyata Kurdî de hîn baş nedîtîye. Li Bakur di vi warî de ti xebat nehatine kirin. Çend xebatên ku hatine kirin jî li Başûr hatine kirin. Pêwîst e di qada hermenotîkê de berhemên Kurdî yên klasîk bi hurgilî bêne şîrove û lêkolîn kirin.
Publisher
The Journal of Mesopotamian Studies
Subject
Anesthesiology and Pain Medicine
Reference43 articles.
1. Adak, A. (2013). Despêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk. İstanbul: Nubihar.
2. Avcı, C. (2002). Kisra. TDV İslam Ansiklopedisi (c. 26, 71-72). Ankara.
3. Aydınlı, A. (2015). Şerh, Hadis İstilahları Sözlüğü. İstanbul: Fav.
4. Aykaç, Y. (2023). Analîzeke Edebî li ser Muşa‘ereya Aşiq û Maşûq a Rûhî. Mukaddime (Özel Sayı 1), 195-227.
5. Aykaç, Y., Başçı,V. (2022). Şeyh Muhammed Kerbelâyî’nin Mevlâna Halid-i Bağdâdî’nin Gazeline Yazdığı Tahmîsin Tasavvufî ve Edebî Şerhi. Şırnak Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi / 29 (Aralık 2022). 63-91