Affiliation:
1. MARDIN ARTUKLU UNIVERSITY, INSTITUTE OF LIVING LANGUAGES IN TURKEY, DEPARTMENT OF KURDISH LANGUAGE AND CULTURE
Abstract
Ev xebata qûalîtatîf nêrînên mamosteyên ku di beşên kurdî de dixebitin derbarê kurmanciya standard de vedikole. Ev xebat bi analîzeke tematîk nêrînên van kesan analîz dike. Beşdarên vê lêkolînê, ji bilî yek mamosteyî, li zanîngeha Artuklu dixebitin. Hejmara van kesên hevpeyvîn pê re hatine kirin 10 e ku yek ji wan jin e, 9 jî mêr in. Dane di sala 2022an de di yek heftêyî de hatine berhevkirin. Me di lêkolînê de xwest bersiva pirsên hevpeyvîneke nîv-sazkirî (semi-structured interview) ji wan wergirin ku pirsên bi vî awayî bûn: “Nêrînên mamosteyên kurdî derbarê standardîzasyon û zimanê standard de çi ne?, Nêrînên mamosteyên kurdî derbarê kurmanciya standard de çi ne?, Têgehên derveyî kurmanciya standard dimînin çi ne?”. Encamên van pirsan de 6 heb tema derketin: (1) Nêrînên mamosteyan ên standardîzasyonê (2), Nêrînên mamosteyan ên kurmanciya standard, (3) Nêrînên mamosteyan dema marûzî kurmanciya standard dibin, (4) Kurdiya nestandard, (5) Baweriya gel ku “kurdiya me ne ya heqîqî ye”, û (6) Binavkirinên kurdî ye. Digel van temayan me bintema û kod jî diyarkirin û li gorî van me ev mijar di peywenda kurmancî de nirxand.
Reference15 articles.
1. Bani-Khaled, Turki (2014). “Attitudes Towards Standard Arabic: A Case Study of Jordanian Undergraduate Students of English”, International Journal of Linguistics. doi:10.5296 / ijl.v6i4.5959
2. Beal, Joan C. (2016). “Standardisation”, The Cambridge Handbook of English Historical Linguistics. Ed. Kytö, Merja, Paivi Pahta, United Kingdom: Cambridge University Press.
3. Braun, V., V. Clark (2006). Using Thematic Analysis in Psychology, Qualitative Research in Psychology, 3:77.
4. Dawadi, Saraswati, (2020). “Thematic Analysis Approach: A Step by Step Guide for ELT Research Practitioners”, Journal of Nelta, Vol:25, N:1-2.
5. Hassanpour, Amir (2005). Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil, wer: İbrahim Bingöl, Cemil Gündoğan. Stenbol: Avesta.