Kirdeya Hoşdarîkirinê di Gotinên Mezinan de

Author:

Amo Araz1ORCID

Affiliation:

1. Duhok Üniversitesi

Abstract

Ziman gelek kirde û kiryaran radigihîne. Ew kirde, çi rasterast bihên ragihandin, an jî bi rêya hawirdorê hest pê bê kirin. Yek ji wan fakterên ku bi zengînkirina zimanî radibe pragmatîk e. Hoşdarîkirin sereketirîn kirdeya pragmatîkê ye, û roleke giring di nava zimanî da heye, bi şêweyeke taybetî, herwesa bi şêweyeke sertaserî rola xwe di nava civakê da dibîne. Çimkî ev kirde bi hoşdarîkirina komelgehê radibe, da ku bihêne parastin û dûrkirin ji ewan kar, kiryar, reftar û hizrên neguncav, ewên heyîn û dê hebin. Ev kirde di hemû mecalên jîn û jîyanê da dihêne bikaranîn. Gotinên mezinan, ew gencîneyên bi qîmet in, ku mayîndeyên ji bab û kalên me ne. Ew nexşeyên xwecihî ne, ew in ku heta îro jî qîmeta wan kêm nebûye, berewajî bihêztir lêhatîye û bûye tovê hemû kûr û danîştinên rewşenbîrî û asayî. Çimkî axêver ji bo selimandin û bihêzkirina axiftinê, û çendîn meremên din penayê ji bo vî janrê folklorê dibe. Kirdeya hoşdarîkirinê ji hêla formê ve kurt û sivik e, lê di warê naverokê da peyamek kûr û kêrhatî heye. Ev xala hevpar e, di navbera kirdeyê û gotinên mezinan de. Çimkî ev beşa edebîyatê ji hêla ruxsarê ve kurt e, û xwedî naverokeke kûr e, ev çende di pragmatîkê da rolek mezintir dilîze. Bi vê wateyê ev her du cure derbirînê ji naverokek berfireh dikin bi rêya kurtasîyê. Herweha amanca van xizmetkirina civakê ye, da ku hişmend bin û dûr bin ji nexweşî û belayan.

Publisher

Van Yuzuncu Yil University

Reference23 articles.

1. Amêdî, R. (2019). Ferhenga Gotinên Mezinan. Dihok: Parêzgeha Dihokê.

2. Aykaç, Y. (2022). Kêşeya Wergera Biwêj û Gotinên Pêşiyan di navbera Tirkî û Kurdî de. Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, 7(14), 69-83.

3. Açar, Z. (2020). Wergera ji Tirkî bo Kurdî û Bikaranîna Hin Peyv û Qalibên Girîngê ên Kurdî di Wergerê de. Kurdiyat(1), 83-103. https://doi.org/10.5281/zenodo.3895077

4. ʻEbdula, E. M. (2017). Gotara Civakî di Gotinên Mezinan da “Devera Behdînan” Wekî Mînak. Teza Lîsansa Bilind. Zanîngeha Dihok: Kolîja Perwerda Binyat.

5. Elî, Ş. S & Koçer, D. X. B. (2021). Ziman û Hoşdarîkirin. Dihok: Gazî.

同舟云学术

1.学者识别学者识别

2.学术分析学术分析

3.人才评估人才评估

"同舟云学术"是以全球学者为主线,采集、加工和组织学术论文而形成的新型学术文献查询和分析系统,可以对全球学者进行文献检索和人才价值评估。用户可以通过关注某些学科领域的顶尖人物而持续追踪该领域的学科进展和研究前沿。经过近期的数据扩容,当前同舟云学术共收录了国内外主流学术期刊6万余种,收集的期刊论文及会议论文总量共计约1.5亿篇,并以每天添加12000余篇中外论文的速度递增。我们也可以为用户提供个性化、定制化的学者数据。欢迎来电咨询!咨询电话:010-8811{复制后删除}0370

www.globalauthorid.com

TOP

Copyright © 2019-2024 北京同舟云网络信息技术有限公司
京公网安备11010802033243号  京ICP备18003416号-3