Li Gorî Poeticsa Arîstotales Analîza Trajediya Memê û Eyşê

Author:

BOZKUR Nuh1ORCID

Affiliation:

1. MARDIN ARTUKLU UNIVERSITY

Abstract

Trajedî wekî cureyeke vegotinê ya dramayê, bûyerên biêş, xemgîn û felaketên tên serê kesayetên qehreman (heroic) destnîşan dike. Her wiha ev peyva wêjeyî ji bo bûyerên erjeng yên jiyana rastî jî tê bikaranîn. Ji xwe li gorî yek ji taybetmendiyên trajediyê divê leheng an jî bûyer di jiyana rastî de jî bikaribe bê dîtîn. Her wiha ev cureye vegotinê dikare bibe mijara hikaye, destan, efsane û mîtan jî. Ji ber vê jî dibe ku taybetmendiyên rêzebûyerê, karakter û şêweya ravekirina mijaran ji hev cuda be. Arîstotales jî dema di berhema xwe ya Poeticsê prensîbên trajediyê dinivise, li ser Odipûs a Sofokles hîmên xwe datîne. Di edebiyata kurdî de Memê û Eyşê jî wek mînakek dikare bê dayîn. Trajediya Memê û Eyşê jî digel ku trajediyeke ne zêde berbelav e, ji aliyê çend taybetmendiyên xwe ve ji trajediyên din vediqete. Taybetiyeke vê trajediyê ew e ku berovajiyê trajediyên cîhanê ya bi vî rengî ne bav, lê dê kurê xwe dikuje. Ev berhema trajîk ku di eslê xwe de hikayeyeke gelerî ye ji aliyê hin nivîskaran ve wekî piyes jî hatiye adaptekirin û her çiqasî di van piyesan de derbarê ravekirina rewşa polîtîk û civakî ya serdemê cudahî hebin jî, li ser navê lehengê trajîk Mem û dawiya trajîk a vegotinê lihevhatinek heye. Di dawiyê de ev hikayeyeke trajîk ê gelerî ye û xwedî adaptasyonên piyesan e, ev jî vê ji bo lêkolînên zanistî gûncavtir dike. Em dibînin ku taybetmendiyên ku Arîstotales di pirtûka xwe ya bi navê Poeticsê de ji bo rêzebûyer û lehengên trajedîk destnîşan kiriye, di trajediya Memê û Eyşê de jî bi gelemperî hene. Lêbelê ji ber ku her rêzebûyer bi xwe re kodên çandî jî dihewîne sedîsed hevgirtinek jî tune ye. Her wiha ji ber ku têkildar e, bandora trajediyê ya li ser derûniya kesan jî wek mijareke sereke di gotarê de cih girtiye.

Publisher

The Journal of Mesopotamian Studies

Subject

Anesthesiology and Pain Medicine

Reference17 articles.

1. Aristotle (2008). The Poetics. The Poetics of Aristotle, by Aristotle A Translation By S. H. Butcher. http://www.gutenberg.org/files/1974/1974-h/1974-h.htm

2. Biro, T. (1991). Memê û Eyşê Şano. Enstîtuya Kurdî Ya Brukselê: Acco – Leuven.

3. Brocket, O.G. & Hildy, F.J. (2003). History Of The Theatre(9nd ed.). Boston: Allyn and Bacon.

4. Boratav, P.N. (2014). 100 soruda Türk Halk Edebiyatı. (çapa 2yemîn), Ankara: BilgeSu.

5. Celîl, O. û Celîl, C. (2013). Zargotina Kurdan -1 (çapa 3êyemîn).Amed: Weşanxaneya Aram.

同舟云学术

1.学者识别学者识别

2.学术分析学术分析

3.人才评估人才评估

"同舟云学术"是以全球学者为主线,采集、加工和组织学术论文而形成的新型学术文献查询和分析系统,可以对全球学者进行文献检索和人才价值评估。用户可以通过关注某些学科领域的顶尖人物而持续追踪该领域的学科进展和研究前沿。经过近期的数据扩容,当前同舟云学术共收录了国内外主流学术期刊6万余种,收集的期刊论文及会议论文总量共计约1.5亿篇,并以每天添加12000余篇中外论文的速度递增。我们也可以为用户提供个性化、定制化的学者数据。欢迎来电咨询!咨询电话:010-8811{复制后删除}0370

www.globalauthorid.com

TOP

Copyright © 2019-2024 北京同舟云网络信息技术有限公司
京公网安备11010802033243号  京ICP备18003416号-3